PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û hişyariya qirkirina etnîkî ya dijî kurdan da Tirkiyê. Netanyahû herwiha got ku Îsraîl amade ye alîkariyên mirovî bigihîne gelê Kurd.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser hesabê xwe yê twîtter peyamek li ser êrîşa Tirkiyê ya dijî Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl bi tundî êrîşa Tirkiyê li ser deverên kurdan li Sûriyê şermezar dike û Tirkiyê û grûbên alîgirên wî wê li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan hişyar dike.
Netanyahu herwiha da xuyakirin ku Îsraîl amade ye alîkariyên mirovî bigihîne gelê Kurd li Sûriyê.
Israel strongly condemns the Turkish invasion of the Kurdish areas in Syria and warns against the ethnic cleansing of the Kurds by Turkey and its proxies.
— Benjamin Netanyahu (@netanyahu) October 10, 2019
Israel is prepared to extend humanitarian assistance to the gallant Kurdish people.
Netanyahu di berdewamê de destnîşan kir: “Îsraîl dê hemû hewlên xwe bide, ta hevkariyên mirovî pêşkêşî gelê Kurd ê qehreman bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin