YE: Herdu welatan, li ser wê mijarê li hev kir

YE: Herdu welatan, li ser wê mijarê li hev kir

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku rêberên Kosova û Sirbîstanê ji bo sedem û çareseriya qeyranê, xwedî nêzîkatiyên cuda ne diyar kir ku wan li ser pêwîstiya hilbijartinên nû li hev kiriye.

Josep Borrell, li Brukselê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti û Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic re daxuyanî da çapemeniyê.

Borrell diyar kir ku ji bo rageşiya li qadê kêm bikin, wan bi rêberan re hevdîtinên cuda kirine û da zanîn ku wan pêşî bi Kurti û paşê jî bi Vucic re hevdîtin kirine û hevdîtinan 4,5 saetan dewam kiriye û daxuyaniya xwe bi vî awayî da:

"Li derdora şaredariyên bajêr ên Bakurê Kosovayê, me ji polîsan xwest ku demildest operasyonên xwe rawestînin. Me ji her çar şaredariyan xwest ku ji bilî avahiyên şaredariyê, li avahiyan bi awayekî demkî erka xwe pêk bînin. Me ji Sirbîstanê xwest ku xwepêşanderan ji şaredariyên wan vekişîne. Me ji Kosovayê xwest ku polîsan vekişe. 

Me ji herduyan jî xwest ku demildest hilbijartinên pêşwext li her çar şaredariyan bi beşdariya bê şert û merc a Sirbên Kosovayê ragihînin. Esasê pirsgirêkê û çareseriyê jî; hilbijartina pêşwext e. Hilbijartinên nû ku di zûtirîn demê de û bi tevlêbûna tevahî bin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin