Dinya bû heyranê paqijiya alîgirên Japonyayê

Dinya bû heyranê paqijiya alîgirên Japonyayê


PeyamaKurd - Di Kupaya Dinyayê FIFA 2018an de ku Rûsya mazûvan e alîgirên Japon bi paqijiya xwe va fitbolhez ji xwe re kirin heyran.

Li gorî nûçeya BBCyê, duh êvarê piştî pêşbirka tîma neteweyî ya Japonya û Kolombiyayê, alîgirên Japon qoltixên ku li ser rûniştibûn, paqij kirin, verast kirin û bi wî hawî ji yarîgehê derketin.

Herwisa eşkere bû ku alîgirên Japon ji bo ku zibil bixin hundirê wan, torbeyên mezin ên zibil jî bi xwe ra birine yarîgehê.

Nivîskarê fitbolê Scott Mcîntyre ku li Japonyayê dişixule, diyar kir ku ev yek perçeyek ji çanda Japonan e û wiha axivî, "Taybetiyeke sereke ya civaka Japon ew e ku divê bi wê yekê baş beled bin ku her tişt teqez paqij e. Ev yek di hemû milmilaneyên werzişê da û helbet di fitbolê de jî heye."

Japonyaya di Gruba H da Kolombiyaya ku di deqîqeya 10emîn da 10 kes man, 2-1 têk bir û herwiha bû yekemîn tîma Asyayê ku di Kupaya Dinyayê da tîmeke ji Amerîkaya Başûr têk bir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin