Welatên G7, 100 milyon varil petrolê dixin bazara dinyayê

Welatên G7, 100 milyon varil petrolê dixin bazara dinyayê

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku welatên endamên G7an û hevkarên wan ji bo krîza petrolê û berhemên wê di bazara dinyayê de kêm bikin, wê heya 100 milyon varêlî bixin bazara dinyayê.

Macron got ku rezervên bi miqdarê heya 100 milyon varêlî, dê 4 mehan li pey hev bixin bazara dinyayê, di serî de dîzel û berhemên petrolê dê bên bikaranîn.

Ji ber şerê Îran-Amerîkayê yê siyasî û leşkerî krîza enerjiyê di dinyayê de dewam dike lê ji bo çareseriyê serok û serokwezîrên dewletên endam yên G7an, bi rojeva enerjiyê civiyan.

Piştî civînê, serokê Fransayê Macron ragihand ku bi armanca daxistina bihayê berhemên petrolê, li ser xebata bi koordîne li hev kirine.

Macron got ku welatên endam yên G7an ji bo rafîneriyên petrolê di asta herî bilind de bixebitin, xebata hilberînê nerm kirine. Macron got ku wê heyiyên stratejîk jî bixin bazara dinyayê û dewam kir:

“Em sozên xwe di koordinasyona Ajansa Enerjiya Navdewletî (UEA)de bicîh tînin û 100 milyon varêlî ji bo 4 mehan dixin bazara dinyayê.

Wê pêvajo yekser destpêbike û di nav 20 rojan de welatên G7an ewilî dê dîzelê bixe bazara dinyayê.”