PeyamaKurd - Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê beşdarî merasîma danîna xîmê avahiya dibistanekê li gundê Korî yê Hewlêrê dibe.
Biryare îro 07.11.2021ê demjimêr 10:00ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê xîmê dibistanekê li gundê Korî ya Hewlêrê deyne.
Gundê Korî projeyeke niştecîhbûnê ango sîteyeke li Hewlêrê ye û zêdetirî 3 hezar mal tê de hene, di çend rojên borî de ji ber lehiyê ziyanên mezin gihîştibûn wê deverê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî biryar da malên ziyan gihîştiye wan qerebû bike û ziyanên wan tazmîn bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin