PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Muhammed Helbûsî bal kişand ser komkujkirina Êzidiyan ji aliyê terora DAIŞê ve û got, “Careke din vê êrîşa terorî û tirsonekî ya dijmirovî ku nake çarçoveya ti ol û mezheban şermezar dikim.”
Helbûsî bi boneya şeşemîn salvegera komkujiya Şingalê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Em êş û azara pêkhateya Iraqê gelê êzidî ku bi destê terorîstên DAIŞê tawanên kuştin, tecawuz û bi zorê derxistina ji cih û warên wan, bi êş û janeke mezin bibîr tînin.”
Serokê Parlamena Iraqê herwiha diyar kir ku qerebûkirina mexdûrên terorê û bilezkirina anîna aramiyê bo herêmên wan erka hemû deshilatdaran e û pêwîste di têkoşîna dijî terorê de aştiya civakî were pêkanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin