Kerkûk | ‘25 hezar Ereb hatin anîn û 120 postên parêzgariyê ji Kurdan hatin standin’

Kerkûk | ‘25 hezar Ereb hatin anîn û 120 postên parêzgariyê ji Kurdan hatin standin’

PeyamaKurd – Ji piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ve erebkirina Kerkûkê ku bixwe hêremeke Kurdistanê ye bênavber ji aliyê rêveberiya sepandî ve berdewam dike.

Li gorî amaran ji Cotmeha 2017an heta niha herî kêm 25 hezar malbatên Ereb bi armanca erebkirina navçeyên Kurdistanî li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Amarên beşa Ragihandina Asayişa Kerkûkê nîşan didin ku ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, 25 hezar malbatên Ereb bi armanca erebkirina navçeyên Kurdistanî li Kerkûkê hatine bicihkirin û ji tevahiya malbatan re kartên nişticihbûnê û forma xurekê ji aliyê parêzgeha Kerkûkê ve hatiye derxistin.

Li gor amarên beşa Ragihandina Asayişa Kerkûkê, di wê heyamê de 120 postên parêzgeha Kerkûkê ji Kurdan hatine standin û bo Ereban hatine dayîn.

Herwiha li gor zanyariyên Kurdistanê, ji koma 2 milyon û 50 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê, ji piştî 16ê Cotmehê ve pirsgirêk li ser 1 milyon û 200 hezar donim zevî hene û heta niha jî Erebên Hawirde (yên ji derve hatine) bi riya dadgehê 10 hezar donim ji zeviyên Daqoq, Leylan, Dubiz û Sergeranê dagir kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin