Kerkûk: Cihê Bîrdariya Enfala Kurdan di xeterê de ye

Kerkûk: Cihê Bîrdariya Enfala Kurdan di xeterê de ye

PeyamaKurd - Baregeha leşkerî ya Topzawayê ya li Kerkûkê, ku di dema jenosîda Enfalê ya rejîma Beasê de wekî navenda serekî ya komkirin û ji hev veqetandina bi deh hezaran Kurdan dihat bikaranîn, rûbirûyî metirsiya jêbirina hafizeya dîrokî bûye.

Cîgirê Rêveberê Ofîsa Kerkûkê ya Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan Mucib Salayî ji Rûdawê re gotiye, her çiqas salek berê daxwaza fermî hatibe kirin daku ev der bibe bîrdariya enfalê jî heta niha ti tabelayeke ku nîşana qurbaniyên Enfalê bide li wir tune ye.

Salayî plana hikûmeta Iraqê ya ji bo guhertina navê vî cihî wekî "Bîrdariya Şehîdên Iraqê" wek pêngaveke pir xeternak bi nav kir ku armanca wê veşartina şopên jenosîda ser gelê Kurd e.

Li aliyê din Rêvebira Karûbarên Şehîd û Enfalbûyên Kerkûkê Hêro Şêx Omer li ser rawestandina vê projeyê destnîşan kir ku Saziya Şehîdan a Iraqê hinceta kêmasiya budceyê tîne pêş û li aliyê din ve jî axa baregehê hîn jî di bin mûlkîyeta Wezareta Parastinê ya Iraqê de xuya dike ku ev pênaseyeke neyasayî ye û rê li ber her avakirinê digire.