Kerkûk | Cihên mayîna terorîstên DAISê hatin jinavbirin

Kerkûk | Cihên mayîna terorîstên DAISê hatin jinavbirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyona Polîsê Federal ê Iraqê li zincîreya çiyayên Dulan ên Kerkûkê de, 5 cihên ku terorîstên DAIŞê xwe diveşartin hatin dîtin û wêrankirin.

Polîsê Federal ê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Yekîneya Pêncem a Polîsê Federal ji bo paqijkirina çiyayê Dulanê li qezaya Daqûq a Kerkûkê operasyoneke ewlehiyê pêk aniye ku bi hevkariya Lîwaya 20, Tîma Endezyariya Meydanî û Îstîxbaratê tê de cî girtine û  balafirên bêpîlot jî beşdarî kirine.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de 3 cihên vehewandinê yên çekdarên DAIŞê ligel du erebeyên çandiniyê ku çente û kelûpelên çekdarên DAIŞê tê de bûn hatine dîtin û piştre hatine jinavbirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin