Kerkûk | DAISê êrîsî polîsê federal ê Iraqê kir

Kerkûk | DAISê êrîsî polîsê federal ê Iraqê kir

PeyamaKurd  Li sînorê qeza Daqûq a Kerkûkê, şeva borî terorîstên DAIŞê êrîşî polîsê federal ê Iraqê kirin û di êrîşê de polîsek birîndar bû.

Li gor Qaymeqamê qeza Daqûqê Luyis Xizir diyar kiriye: ‘‘Şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Cubxanî ya ser bi qeza Daqûqê ve, êrîşî hêzên polîsê federal ê Iraqê kirin û ji ber wê jî polîsek birîndar bû.’’

Cîhê êrîşa DAIŞê, Çemî Roxane ye li sînorê gundê ‘‘Erebkoyî’’ ku navçeyeke Kakeyiyane.

Qaymeqamê Daqûqê herwiha da zanîn: ‘’Piştî hêzên polîsê federal bersiva terorîstan daye, çekdarên DAIŞê reviyane.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin