PeyamaKurd – Hat ragihandin, terorîstên DAIŞê 4 şivan li nêzîkî gundê Tamurê yê qezaya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê, revandin.
Li gorî zanyariyariyan, îro 4 şivanên Ereb li nêzîkî gundê Tamurê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê ketine pey şopa kesên revandî, lê diyar nebûye bê çekdarên DAIŞê ew ber bi ku ve birîne.
Bajarokê Daqûqê ku 40 km dikeve başûrê Kerkûkê, piraniya serjimariya wê Kurdên Kakeyî ne ku piştî 16ê Cotmeha 2017an ji ber vekişîna hêzên Pêşmerge valahiya ewlehiyê lê çêbûye û DAIŞ gelek caran êrîşan dibe ser.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin