PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li sînorê nehiyeya Reşad a bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, êrîşî hêzeke polîsê federal ê Iraqê kirin.
Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de 3 polîsê Iraqê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku piştî kuştina wan çend polîsan şer di navbera çekdarên DAIŞê û polîsê federal ê Iraqê derket û heta demeke dirêj jî berdewam dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin