PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku leşkerên wan yên li Rojhilata Navîn li hemberê êrîşên ku ji Îranê an grûbên bi desteka Îranê werin, amadene. Mark Esper, bo çapemeniyê di derbarê dorpêçên ser Îranê ku wezareta bergiriyê ya Îranê û rêxirawên ku pêve girêdayîne ragihandinan kir. Esper di beyana xwe de got:
“Di mijara qewimandinên ku çêbibin em bi xwe bawerin, dikarin bi wan re serî derên û amadekariya me temame. Biryara dorpêçên ser Îranê hatiye dayîn, bo berjewendiyên Amerîkayê û hevkarên Amerîkayê başe. Bo ber li êrîşkariya Îranê bigrin tedbîrên başin. Îran ev du sale ku êrîşan dibe ser barhilgirtina deryayî ya navdewletî, ser binkeyên herêmê, ser hêzên Amerîkayê û hevkarên me. Bo van êrîşan rêxistinên weka Hûsiyan û Hîzbûllahê bikartînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin