Li Wanê 7 hezar 490 dermanên qaçax hat desteser kirin

Li Wanê 7 hezar 490 dermanên qaçax hat desteser kirin

PeyamaKurd - Li navçeya Îpekyolu ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di çar kargehan de 7 hezar û 490 dermanên qaçax hatin desteser kirin.

Rêveberiya Ewlekariya bajarê Wanê operasyonek li navenda bajêr û navçeyan xebatên dijî kesên ku ji bo qezenca neheq bi bazirganiya qaçax re mijûl in, pêk anî.

Hat ragihandin ku tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Tawanên Organîze li navçeya Îpekyoluyê di çar kargehan de lêgerîn pêk anîn.

Di lêgerînê de 7 hezar û 490 dermanên qaçax ên wekî tablet, mecûn, jel û sprey ên ji bo cinsî û herwiha kîlowergirtinê hatin bidestxistin.

Derbarê xwediyên kargehan S.R.G, M.T, Î.K, F.Ş. û O.A. de ji ber sûcê “dijayetiya yasaya hejmara 5607” lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin