Li Edenê di encama operasyonek de 4 endamê DAISê hatin desteserkirin

Li Edenê di encama operasyonek de 4 endamê DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, bi gumana ku endamên DAIŞê ne 4 kes hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Edenê îro çarşemê (29.01.2020) dane sibehê polîsan bi ser hindek malan de girt û di encamê de 4 kes bi hinceta ku endamên rêxistinê terorîst a DAIŞê ne, desteser kirin.

Polîsan di dema operasyonê de bergiriyê berfireh yên ewlehiyê wergirtin, kolan girtin û li çendîn navnîşanan lêgerîn kirin.

Di encama wê operasayonê de 4 kes hatin desteserkirin û kesên hatin desteserkirin ji bo lêpirsîna emnî birin midûriyeta ewlekariyê ya Edenê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin