Wê Belçîka li Kurdistanê Konsulxaneya xwe veke

Wê Belçîka li Kurdistanê Konsulxaneya xwe veke

PeyamaKurd – Di serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Belçîkayê de biryar hatiye dayîn ku Belçîka Konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke. Herwiha bilindkirina Ala Kurdistanê di wê serdanê de jî wekî nîşaneyeke girîngîpêdana Kurdistan û gelê Kurdistanê tê nirxandin.

Akademîsyen û mamosteyê zanîngehê Aşna Baban li serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Belçîkayê ji BasNewsê re gotiye, girîngiya serdana Mesrûr Barzanî ew e ku wê Belçîka konsolxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke ku serdaneke zor girîng e, ji ber ku Serokwezîrê Belçîka bi xwe li wir amade bû û guftugoyeke baş di navbera herdu aliyan de hat kirin.

Herwiha da zanîn, yek ji girîngiya wê serdanê jî ew e ku vekirina konsolxaneya Belçîkayê bûye li Herêma Kurdistanê, lewra konsolxaneya Belçîka li Urdinê heye û wê li Herêma Kurdistanê jî veke.

Aşna Baban bibîr xistiye ku vekirina konsolxaneya Belçîkayê li Herêma Kurdistanê karekî girîng e û danûstandina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê de wê gelekî di berjwendiya herdu aliyan de bin ku herdu alî dikarin ji tecrûbeyên hevdu îstîfade bikin.

Akademîsyen Baban herwiha destnîşan kiriye ku bilindkirina ala Kurdistanê bi tenê peyameke girîng bû û girîngiya Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin