Berpirsekî Êrîsa 11ê Êlûnê di zîndana YPGê de ye!

Berpirsekî Êrîsa 11ê Êlûnê di zîndana YPGê de ye!

PeyamaKurd- Rojnameya Elmanî ya bi navê Bielda îdda kir ku êrîşkarekî bi navê Mihemmed Zemar yê 11ê Êlûnê ya li ser Amerîkayê, niha li Rojavayê Kurdistanê di zîndana YPGê de ye.

Rojnameya Elmanî Bielda bi sernavê “Cîhadîstê Elmanî di zîndana Kurdan de ye!” nûçeyek weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de îdda kir ku cîhadîstê bi navê Mihemmed Zemar ji Sûriyê ye û li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê kar dikir û endamekî El-Qaîdê ye. Di heman demê de yek ji wan terorîstan e ku pîlana êrîşa 11ê Êlûnê kirine.

Hat ragihandin ku piştî ku Zemar hat girtin, Amerîkayê ew teslîmî Sûriyê kir. Ji ber ku ew ji Sûriyê bû. Lê piştî ku şerê Sûriyê derket, Zemar jî ji zîndanê derket û tevlî IŞÎDê bû û piştre jî ji aliyê YPGê ve hate girtin û hepiskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin