PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama bombebaraneke li ser bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê de dayîkek û zaroka wê ya du salî can dan.
Li gorî çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, doh roja şemîyê li nav bajarê Kirmaşanê êrîşî hinek hedefan hat kirin û di encamê de dayîkek û zaroka wê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan mala wê jinê nêzîkî cihê hatibû armanckirin bûye û ji ber vê jî xaniyê wan hilweşiya û ew û zaroka xwe di bin kavilan de mane.
Navê dayîkê Faîze Reyhanî û navê zaroka wê jî Ebra Jirfî ye.