“Koalîsyon her tim pistgirê Pêsmerge bû”

“Koalîsyon her tim pistgirê Pêsmerge bû”

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku koalîsyona navdewletî alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û artêşa Iraqê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûna 792 efserên Pêşmerge ya li Koleja Leşkerî de li Zaxoyê pîrozbahî kir li xwendekarên ku dewreya 9 mehî  bi dawî anîne ku ji aliyê kolêjê ve hatiye vekirin û got, “Bawernameya we ne tenê serkeftineke zanistî ye, dîploma we peymanek e; namûs, sembola wefadarî û baweriyeke mezin e di xizmeta gel û welatê xwe de. Dilxwazî ​​û şiyana we ya her cure qurbanîdana ji bo xaka welat weke dîroka rêya rizgariya gelê Kurdistanê tê qebûlkirin.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Pêşmerge bi xwîna xwe ji bo parastina Kurdistanê şer kir û tekez kir ku Pêşmerge tu carî serî li ber dijmin dananiye.

Nêçîrvan Barzanî spasiya  koalîsyona navdewletî kir ji ber piştgiriya wê ya şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de ragihand û got: “Alîkariya ku wan pêşkêşî Pêşmerge û artêşa Iraqê kiribûn jî stratejîk û diyarker bû.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser giringiya hemahengî û alîkariya hêzên koalîsyonê ya bo hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li dijî terorîstan û got: “Em îro bi rêz û hurmet bi bîr tînin şehîdên xwe yên ku di berevanîkirina axa Iraqê de canê xwe dane, çi yên ji artêşa Iraqê, yên ji Heşdî Şeibî yan jî Pêşmerge bin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên koalîsyonê her tim piştevanên mezin ên Pêşmerge bûne û got, “Em di wê baweriyê de ne ku DAIŞê heta niha jî metirsî ye li ser ewlekariya Iraq û herêmê, ji ber wê jî pêwîst e ku hemahengiya berdewam di navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de hebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin