Li Duhokê Hummer a leskerên îtalî qeza kir

Li Duhokê Hummer a leskerên îtalî qeza kir

PeyamaKurd - Li navçeya Şêxan a Duhokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê wergeriya.

Hate ragihandin ku li gundê Çireyê yê nehiyeya Qesrokê ya navçeya Şêxanê ya Duhokê li ser rêya Hewlêr-Duhokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê wergeriya.

Rêveberê nehiyeya Qesrokê Mehran Nêrweyî li ser bûyerê ji Rûdawê re gotiye, “Îro saet 13:45an otomobîleke leşkerên Îtalyayê ya ku cureyê wê Hummer e li ser rêya sereke ya Hewlêr-Duhokê li nêzikî gundê Çireyê wergeriya.”

Hate diyarkirin ku 4 kes leşker di wesayîtê de bûn û her çar jî rewşa birînên wan ne giran e. Piştî bûyerê jî 2 helîkopterên leşkerî çûne cihê bûyerê û leşker rakirine Hewlêrê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin