Erdogan: Werin em petrola ‘Rojava’ bihevre derxin!

Erdogan: Werin em petrola ‘Rojava’ bihevre derxin!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Cenevreyê di Forûma Gerdunî ya Penaberan de axivî û helwesta welatên rojavayî ya bo avakirina ‘herêma ewle’ rexne kir.

Erdogan got ku her kes avakirina herêma ewle qebûl dike, lê dema piştgiriyê ji wan dixwazin jî ew welatên herî zêde xwedî pere ne, tenê bi wan dikenin û tiştekî nakin.

Serokomarê Tirk, îdia kir ji ber ku civaka navdewletî piştgiriya wan nekiriye, wan li ser Rojavayê Kurdistanê operasyon dane destpêkirin û da zanîn, wan bi êrîşên dawî yên Serê Kaniyê û Girê Spî re bi firehiya 150 km û kûrahiya 30 km de herêmek paqij kiriye.

Erdogan bang li civaka navdewletî kir ku petrola bîrên herêmê (Rojava) bihevre derxin û piştgiriyê bidin projeya bicihkirina penaberan li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine.

Erdogan got, “Lê belê xwe nêzî vê nakin, çimkî hewderaiya wan bêhtir bi petrolê heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin