Otobus qelibî û 16 kes birîndar bûn

Otobus qelibî û 16 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Bi sedema ku zêde berf hatibû û rê bûbû şematek, otobusa ku di di navbera Ezirgan û Refahiye de rêwiyan dibir û di anî, ji ser rê şemitî û qelibî. Di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn. Qeza li dora 6 ê êvarê çêbû.

Piştî qezayê gelek tîmên tenduristiyê, polîs û AFAD ê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Refahiyê û ji wê derê birin nexweşxaneya Mengucekê ya lêkolîn û perwerdê.

Li ser bûyera qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin