PeyamaKurd – Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê piştî şerê 134 rojan 26ê Çileya 2015an ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Şerê Kobanî yê dijî DAIŞê bû sedema destpêka şikestina DAIŞê li Sûriye û Iraqê ku piştre bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî hemû herêmên di destê DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin kontrolkirin.
Berxwedana gelê Kurd a li dijî terora DAIŞê li Kobaniyê û şerê keç û kurên Kurd li seranser dinyayê deng veda ku niha jî Kobanî wekî sembola têkşikandina DAIŞê tê naskirin.
Piştî ku di sala 2011an de li Sûriyeyê şerê navxweyî derket, di Tebaxa 2014an de DAIŞê ji rojavayê Firatê ji aliyê Cerablusê ve dest bi êrîşan kir û piştre çekdarên DAIŞê bi komî berê xwe dan Kobaniyê.
DAIŞê 15ê Îlonê ji Rojava, Başûr û Rojhilat ve, ji sê milan ve êrîşî Kobanî kir û destpêkê li Gundê Serzorî 11 şervanên Kurd di berxwedana li dijî DAIŞê de şehîd bûn.
Şervanên kurd bi derfet û çekên kêm, li dijî DAIŞê berxwedaneke dîrokî nîşandan û piştre jî bi hewldanên Serok Barzanî re Hevpeymaniya Navdewletî kete tevgerê û dest bi êrîşên esmanî bi ser DAIŞê de kir. Herî dawî jî dema DAIŞê Kobanî dorpêç kiribû, hêzên Pêşmerge bi fermana Serok Mesûd Barzanî bi ser bakurê Kurdistanê de ber bi Kobaniyê bi rê ketin û 29ê Cotmeha 2014an gihîştin hawara birayên xwe yên Kobaniyê.
Di şer û pevçûnên 134 rojan de DAIŞ li Kobaniyê hat şikandin û Kobanî 26ê Çileya 2015an hat rizgarkirin. Roja 1ê Mijdarê jî wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye qebûlkirin ku wê rojê pîrozbahî têne kirin.
Tê çaverêkirin di salvegera rizgarkirina Kobaniyê de jî pîrozbahî werin kirin.
Piştî êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an ku Girê Spî û Serê Kaniyê hat dagirkirin, car din metirsî li ser Kobaniyê zêde bû, lê vê carê komên çekdarên alîgirên Tirkiyê û artêşa Tirkiyê hewl dan êrîşê Kobaniyê bikin, lê ji ber rêkeftinên ligel Amerîka û Rûsyayê ew êrîş heta radeyekê rawestiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin