Koma pêncemîn a koçberên Efrînê gihîşt malên xwe

Koma pêncemîn a koçberên Efrînê gihîşt malên xwe

PeyamaKurd - Koma pêncemîn a koçberên Efrînê şeva borî, Yekşemê, gihîştin malên xwe.

Koma çaremîn a koçberên Efrînê sibeha Înê, di çarçoveya rêwîtiyên vegerê yên rêxistinkirî li bajarê Hesekê kom bûn û ji wir ber bi Efrînê ketin rê.

Ev kom ji nêzîkî hezar malbatan pêk dihat, beşek ji wan roja Şemiyê êvarê gihîşt Efrîn, lê beşa duyem duh sibê derket û piştî nîvê şevê gihîşt malên xwe.