PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîteya Destûra nû ya Sûrîyê dê di 30yê Cotmehê li Cenevê kom bibe.
Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hevdîtinên destûra (makeqanûn) nû ya Sûrîyê hewil dide ku çareserîyeke sîyasî ji şer û krîza berdewam a Sûriyê re bibîne.
Yekem car aliyê hikûmeta Sûrîyê û nûnerên opozisyonê di meha Çileya 2018an de li Soçî ya Rûsya li ser avakirina komîteya destûrê li hev kiribûn ku piştî gelek danûstandinan komîteyeke ji 150 kesî bi beşdariya nûnerên aliyan hat avakirin.
Di komîteyê de ji hikûmeta Sûrîyê 50, ji opozisyonê 50 û ji sazîyên sîvîl jî 50 kes cî digirin.
Opozisyona Sûrîyê dixwaze ku destûra nû were çêkirin, lê hikûmeta Sûrîyê dixwaze di qanûnên heyî de tenê hin guherîn çêbibin.
Karbidestên NYê dîyar dikin ku piştî amadebûna destûra dê bi çavdêrîya çavdêrên navneteweyî li Sûriyê ‘hilbijartina azad û adil’ were kirin.
Di şerê Sûriyê yê navxweyî de ku Adara sala 2011an destpêkiribû heta niha bi kêmî 400 hezar kes hatine kuştin.