Komîteya Pêsmerge: Tirkiyê 8 baregehên nû danîn û 38 gund jî hatin valakirin

Komîteya Pêsmerge: Tirkiyê 8 baregehên nû danîn û 38 gund jî hatin valakirin

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvin Hirûrî ragihand, di şerê vê dawiyê yê navbera PKK û Tirkiyê de, Tirkiyê nêzîkî heşt baregahên nû li Herêma Kurdistanê danîn û 38 gund jî hatin valakirin.

Serokê Komîteya Karûbarê Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêvin Hirûrî ji Radyoya Rûdawê re daye xuyakirin: “Di şerê vê dawiyê de Tirkiyê nêzîkî heşt baregahên nû danîne. Çekdarên PKKê şerê partîzanî dikin û baregahên wan ên diyarkirî li çiyayên navçeyê nînin û berdewam cih diguherin.”

Serokê Komîteya Karûbarê Pêşmerge got: “Gundên navçeya şer ne di rewşeke baş de ne, beşeke zêde ya jîngeha navçeyê şewitiye û têk çûye. Di vê operasyona dawî de çend gund hatine valakirin. Xelkên zirarmend ên navçeyê daxwaz dikin ku bên qerebûkirin. Li sînorê Derkarê nêzîkî 17 gund, li Batîfa nêzîkî 14 gund û li Kanî Masê nêzîkî 7 gund hatine valakirin. Xelkê navçeyê ditirsin û rewşa wan nebaş e.”

Herî dawî du roj berê Komîteya Hevbeş a Parlamentoya Kurdistanê û Encûmena Nûnerên Iraqê, li Duhokê serdana navçeyên sînorî yên ji aliyê Tirkiyê ve têne bombebaran kirin kiribû daku rewşa zirarên şerê PKK û Tirkiyê ji nêzîk ve bibînin û rapor bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin