PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê agir bi konekê nav kampa penaberan a kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li Duhoyê ye ketiye.
Li gorî zanyariyan konê ku agir pê ketiye bi temamî şewitî ye û jin û mêrekî penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Efrînê, di encama şewata li konê kampa Giwêlan a Duhokê jiyana xwe ji dest dane.
Hat zanîn kesên ku can dane Ferat Hesen Bekir 20 salî û hevjîna wî File Oso 19 salî bûn ku Kurdên Efrînê ne.
Derbarê vêketina agir de ji aliyê asayişê û aliyên pêwendîdar ve lêkolîn berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin