PeyamaKurd - Berdevkê Talîbanê ji ajansa Rûsî RIA Novosti re axivî û diyar kir: “Em rê nadin ku Tirkiye leşkerên xwe li Afganistanê bihêle.”
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid da zanîn: “Me nerazîbûna xwe li beramber helwesta Tirkiyê derbirî û piştî vekişîna Amerîkayê em bi tu awayî rê nadin ku bi tu hincetekê, hêzên din yên biyanî li vî welatî bimînin.”
Herwiha Mucahid destnîşan kir, ew li dijî biryara Tirkiyê ya derbarê Balafirxaneya Kabulê de ne û got: “Eger Enqere di danûstandinan de bibe alîkar û bikaribe rewşa Afganistanê baştir bike, em dê ji vê yekê kêfxweş bibin, lê em nahêlin ku Tirkiye li Afganistanê bimîne.”
Berdevkê Talîbanê herwiha eşkere kir, Talîban dixwaze ku ji Encûmena Afganî ya nûnerên gel hikûmetê ava bike û got: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, bingeheke siyasî ava dikin. Hikûmeta Îslamî û hikûmeta ku em dixwazin ava bikin, dê ji komîteyeke nûnerên gel pêk bê.”
Ev di demekê de ye ku Berdevkê Talîbanê do amaje bi wê yekê kiribû ku ti aliyekî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yê li dijî baweriya Talîbanê tune ye û gotibû: “Tirkiye birayê me ye, gelek aliyên me yên hevpar yên di warê baweriyê de hene. Em dixwazin ku pêwendiyên me yên baş ligel Tirkiyê hebin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin