PeyamaKurd – Konsolxanreya Amerîka ya Hewlêrê, derbarê êrîşa bi dronan a ser Balafirgeha Hewlêrê de, peyamek belav kir û ew hewla êrîşê bi tundî şermezar kir.
Di peyama konsolxaneyê de hat gotin, “Em êrîşa şeva borî ya bi dronan li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşên berdewam ji bo serwerî û îstiqrara Iraqê gef in. Em piştgiriyê didin lêpirsîna berdewam a derbarê berpirsên êrîşê de ku Hikûmeta Kurdistanê daye destpêkirin.”
Herwiha hat diyarkirin, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ji bo dabînkirina aştî û aramiyê di piştevanîkirin û parastina hikûmetên Kurdistan û Iraqê de, bi biryar e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin