PeyamaKurd – Asayîşa hewlêrê ragihand ku ew kesên bi sîlihan li mala endamê serkirdeya YNK ê Hacî Masîfî xistibûn hatin desteserkirin. Di 11 ê mehê de çend kes bi sîlihan mala Mesîfî gulebaran kiribûn.
Asayîşa Hewlêrê ragihandiye ku piştî lêkolîn û lêpirsînên dirêj agahî bidest xistine ku ajotvanê berê yê Hacî Mesîfî bûye ku êrîşê kiriye û ji ber dijminahiyê li mala wî xistiye. Bûyer siyasî nîne û şexsiye.
Kesên li malê xistine navên wan S.S.I. û I.N.Ş. ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin