PeyamaKurd – Şêwirmendê Nivîsgeha Serokatiya Ukraynayê Mihaîl Podolyak, li ser zêdebûna êrîşên Rûsya yên ser binesaziya Ukraynayê ku bi dronan pêk tîne, daxuyanî da.
Podolyak li ser Twitterê li ser zêdebûna êrîşên bi dronan got: “Li Rûsya proseya panîk û hilweşînê mezin dibe, zêdebûna êrîşên ser binesaziyê yên bi cismên nenas nîşaneya vê yekê ye.”
Herwiha Podolyak diyar kir, “Ukrayna êrîşê erdên Rûsyayê nake. Ukrayna şerê berevaniyê yê rizgarkirina xakên xwe dimeşîne. Ev aksîyonek e.”
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî dibêje, Ukraynayê bi balafirên bêmirov hewl daye êrîşî binesaziya herêmên Kasnodar û Komara Adigeyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin