Li Amedê hejmarek siyasetmedar hatin desteserkirin

Li Amedê hejmarek siyasetmedar hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Amedê, aktîvîstên TJA û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Hevseroka DBPê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar hatin desteserkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komariya Amedê biryara polîsan bi ser malên aktîvîstên Tevgera Jinan a Azad (TJA), rêveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedaran de girt û gelek kes hatindesteserkirin.

Operasyon îro danê sibehê pêk hat û polîsan li malên siyasetmedaran lêgerîn pêk anîn.

Hevserokê Berê yê DBPê jî hat desteserkirin

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Avakar a Komela Rosa Ayla Akat Ata, Endama Avakar a Komela Rosa Narîn Gezgor (Li Rihayê), aktîvîsta TJAyê Gulcîhan Şîmşek heta niha hatine binçavkirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêveberiya Navenda HDPê Ozlem Gunduz, siyasetmedar Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn jî di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin