PeyamaKurd- Di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya ku îsal li Endonezyayê tê rêvebirin de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Sekreterê Giştî ye Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, civiyane.
Lûtkeya G20ê ya rayedarên welatên cîhanê ku îsal bi civîna xwe ya 17an, li Baliya Endonezyayê tê rêvebirin, dibe naybeynkar ku rêberên cîhanê, hevdîtinên takekesî jî bikin.
Li gorî agahiyên ji qada lûtleyê hatin ragihandin, di çarçoveya hevdîtinên takekesî de Antonio Guterres û Sergey Lavrov jî civiyane.
Di lûtkeya welatên ku aboriyên wan aboriyên herî mezin ên cîhanê ne de rêber hatin gel hev û hat ragihandin ku civîna îsal a 17emîn, di bin siya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de dest pê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin