Fas bo Sehra Rojava “otonomî” pêsniyar kir

Fas bo Sehra Rojava “otonomî” pêsniyar kir

PeyamaKurd- Şîretkarê konseya dewleta Fasê (Mexrib) Abdulamecîd Bîn Xezal got;bo çareserkirina pirsgirêka Sehra Rojava dermanê herî baş “otonomî” ye.

Bîn Xezal, ragihand ku temsîlkarê taybet yê Neteweyên Hevgirtî bo Sehra Rojava Horst Köhler, her dû terefan dawet kiriye bo Cenevre da di 4-5 ê meha 12an de hevdîtinan bikin.

Bîn Xazal got ku divê Cezayîr jî tevli hevdîtinan bibe. Di çapemeniyê de cîh girt ku Köhler Fas, Cezayîr, Cepha POLISARIO û Morîtanyayê dawet kiriye bo hevdîtina li Cenevre.

Fas di sala 1975an de koloniya Îspanyayê Sehra Rojava bera ser axa xwe dabû û Cezayîr piştgiriya Sehrayê kiribû da serxwebûna xwe bistîne. Ji sala 1975an heya niha şerê di navbera Sehrayê û Fas-Morîtanyayê dewam dike. Her dû dewlet Sehra Rojava kirine du perçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin