PeyamaKurd – Rojnameya New York Timesê ragihand ku, dibe Tirkiyê hejmara miriyan vedişêre. Rojnameyê amaje kir ku di meha Nîsanê de rêjeya miriyan ji sedî pêncî zêdetir bûye.
Rojnameya New York Timesê (NYT) amaje kir ku Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber koronavirusa nifşê nû (Covid-19) vedişêre.
Rojnama amerikî NYT diyar dike ku, hejmara kesên ku di navbera 9-12ê Nîsanê de li Stenbolê mirina li gorî du salên dawiyê 2 hezar û 100 zêde bûye.
NYTê amaje kir ku di meha Nîsanê de rêjeya miriyan ji sedî pêncî zêdetir bûye û dibe ku ev kes ji ber koronayê miribin.
Herwiha NYT, di nûçeya xwe dibêje, beriya 17ê ku adara ku bifermî cara ewil kesek ji koronayê miribû jî hejmara kesên li Stenbolê can dabûn li gorî salên berê zêdetir bûn. Rojnameyê vê yekê wiha şîrove dike: vîrusa koronayê beriya ku bê eşkerekirin hatibû Tirkiyê.
Rojname herwiha destnîşan dike ku hemû amarên di rewşên wiha de dibe ku cudatir bin û ew rêjeyên têne eşkerekirin divê wekî agahiyên destpêkê bêne qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin