Fransa: Mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Tirkiyê di rojevê de ne

Fransa: Mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî Tirkiyê di rojevê de ne

PeyamaKurd – Fransayê ragihand ku ji ber operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li dijî Tirkiyê ‘di rojevê de ne’.

Wezîra Yekîtiya Ewropayê ya Fransayê Amelie de Montchalin ragihand ku wê li civîna bilind a YEyê ya hefteya bê, mueyîdeyên muhtemel ên li dijî Tirkiyê werin gotubêjkirin.

Wezîra frensî Montchalin  got, “Hefteya bê wê (mueyîde) li Konseya Ewropayê bêne gotubêjkirin. Wekî tê xuyakirin ev vebijark di rojevê de ye. Di mijara sivîlan û hêzên Sûriyeyî de û li hember rewşên wiha yên diltezîn em dê lawaz tevnegerin."

Piştî destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê, 28 Welatên Yekêtîya Ewrûpayê (YE) bi daxuyaniyeke hevbeş operasyonên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê şermezar kiribûn.

Fînlandiyayê îxracata leşkerî bo Tirkiyê rawestandibû, Norwêcê jî bi heman awayî. Swêdê jî pêşniyar kiribû ku mueyîde li seranserê YEyê bêne sepandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin