PeyamaKurd- Li ser daxwaza Amerîkayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sengerên xwe li raserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li wê navçeya ku ketiye çarçoveya rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, bi fermî vekişîna hêzên xwe, ji beşekî ji sînor ragihand. Rêveberiya Xweser diyar dike ku ew pabendî rêkeftinê ne û dixwazin tevahiya pirsan bi rêya diyalogê ligel welatên cîran çareser bike.
Di daxuyaniyekê de, Nivîsgeha Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ku di çarçoveya lihevkirinên sêalî de, wan dest bi gavên pratîkî kiriye. Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Berevaniyê, 24ê vê meha Tebaxê wan senger û rêbendên axî jinav birine û grûpeke hêzên YPGê û çekên giran ji navçeya Serê Kaniyê derxistine.
Li gorî heman çavkaniyê, 26ê vê mehê jî, heman gav li navçeya Girê Spî hate avêtin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Rêveberiya Xweser pabendî rêkeftinê ye û tekez kiriye ku ew dixwaze tevahiya mijaran bi rêya diyalogê ligel welatên cîran çareser bike.
Ev yek, di demekê de ye, ku hinek berpirsên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) nîşanê bi wê yekê didin, ku bi rêya devera bi navê “navçeya aram”, Tirkiye hewl dide beşekî din ji zeviyên Sûriyê dagîr bike, hevdem tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku ji bilî diyalogê ti çare ji krîza Sûriyê re nîne.
Hinek ji fermandarên HSDê jî, navê “navçeya aram” red dikin û navê “mekanîzmên ewlehî” guncawtir dibînin, ku li wê deverê bê kirin, ew jî bi sedema tirsên hikûmeta Tirkiyê ye, derbarê ewlehiya welatê xwe.
Rêveberiya Xweser jî red dike ku kûrahiya wê navçeyê bêhtir ji 5 heta 14 kîlometreyan be, lê Tirkiye behsa kûrahiya 30 heta 40 kîlometreyan dike.Piraniya zanyariyên ku ji serkirdeyên Rêveberiya Xweser û HSDê têne bidestxistin diyar dikin ku ti xalên Tirkiyê dê li nav xaka Sûriyê neyên damezrandin.
Heta niha ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve, hûrgiliyên wê rêkeftinê ne diyar in, ku divê hêzên HSDê çend kîlometreyan vekişin. Hevdem HSDê jî, ev yek bi fermî ranegihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin