NH: “Lîbya di talûkê de ye”

NH: “Lîbya di talûkê de ye”

PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku tevî belavbûna Kovid-19 ê û banga agirbesê li Lîbyayê şer dewam dike û temamê xelkê Lîbyayê ji aliyê tenduristiyê û asayîşê de di talûkê de ye. Li ser mijara talûkê, 7 rêxistinên bi ser Neteweyên Hevgirtî de, OCHA, BMMYK, UNICEF, UNFPA, WFP, WHO û IOM beyaneka hevpar dan û tê de behsa talûka ku Lîbya tê de ye kirin.

Rêxistinên NH ragihandin ku tevî banga wan, şer ranewestiyaye û nahêlin ku alîkariya morivî bigihê ciyê xwe. Ji serê salê û vir de 3.200 koçberên ku dixwestin di rêya deryayê de herin Awrûpaye hatine girtin. Di şer de herî kêm 15 nexweşxane xesarê dîne û şer bo nexweşan bûye sedema îhlala mafên wan.

Heya niha li Lîbyayê di 64 kesan de Kovid-19 hatiye dîtin û 3 kes jiyana xwe ji dest daye. Talûka belavbûna Kovid-19 ê di nava xelkê de zêde ye. Bihayê eşyayên xidayan derketiye du qatî û ava vexwarinê dikin armanca êrîşan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin