Kêmbûna oksîjenê rewsa nexwesên Korona yê Kerkûkê xistiye metirsiyê

Kêmbûna oksîjenê rewsa nexwesên Korona yê Kerkûkê xistiye metirsiyê

PeyamaKurd - Malbatên nexweşên Korona yê bajarê Kerkûkê ji ber kêmbûna oksîjenê nîgeran in.

Li gorî agahiyan, gelek nexweşên Koronayê li nexweşxaneya giştî ya Kerkûkê hatine razandin, lê kêmbûna oksîjenê rewşa wan xistiye metirsiyê.

Li gorî agahiyan, hikûmeta Iraqê jî zêde di xema wê yekê de nîne ku oksîjenê dabîn bike. Hinek kesên xêrxwaz oksîjenê didin nexweşxaneyan. Malbatên nexweşan jî nîgeran in.

Endamê şaneya kirîzan ya Kerkûkê, Dilêr Şivanî got, rast e oksîjen kêm e lê ew pirsgirêk heta astekê hatiye çareserkirin.

Herwiha Dilêr Şivanî got, çend rojên din dê 500 bitl oksîjen ji aliyê kesên xêrxwaz ve were dabînkirin. Şîrketa gaza Kerkûkê jî beriya niha 400 bitl oksîjen dabû nexweşxaneyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin