PeyamaKurd – Di hilbijartinên Meclîsa Nûneran a Kongreya Amerîkayê de, Nancy Pelosî ya 80 salî careke din bi dengên Partiya Demokrat a Amerîkayê bû Seroka Meclîsa Nûneran.
Pelosî ya ku ji 2003yan ve nûnertiya demokratan di meclîsa nûneran de dike, li hember hevrikê xwe Kevin McCarthy li beramber 209 dengan bi 216 dengan careke din bû seroka Meclîsa Nûneran ku di dîroka Amerîkayê de yekemîn jin e û demek dirêj e li ser wê postê ye.
Pelosî piştî dengdanê sonda yasayî xwar û bi fermî weke Seroka Encûmena Nûneran dest bi kar kir.
Pelosî piştî hilbijartinê axaftineke spasiyê kir û got: “Wek Seroka Meclîsa Nûneran, cihê şanaziyê ye bo min ku ez bibim serok di van merasîmên pîroz ên nûkirinê de, em li vê derê di bin sîwana demokrasiyê de kom bûne daku dest bi kongresa 117an bikin. Spas ji bo McCarthy. Pîroz be ji bo hilbijartina te wek serkirde. Ez kêfxweşim kar ligel te bikim ji bo alîkariya xelkê Amerîkayê di vê dema zehmet de.”
Pelosî diyar kir ku berpirsyariyeke mezin li ser mile wan e û got: “Em dest bi Kongrê dikin di demeke zehmet de. Bandor li ser civaka me bi tevahî hatiye kirin ji aliyê pandemiyê û aboriyê ve. 350 hezar kesî can daye. Em bi awayekî xemgîn wan di nava dilê xwe de dihebînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin