PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Hijme ya Niştîmanî li Iraqê Emar Hekîm, li ser destwerdanên Tirkiye û Îranê di nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê daxwaz ji wan welatên cîran kir rêzê li serwerîya Iraqê bigirin û got, Iraq welatekî serbixwe ye û ew rê nadin destdirêjî li dijî serweriyê bê kirin.
Emmar Hekîm di peyama Cejna Qurbanê de ku li ser hesabê xwe yê telegramê belav kiriye got: “Bidestanîna aştiyê li herêmê û tevahiya cîhanê li ser bingeha miameleya welatan bi rêgezên navnetewî û bi hemahengî li ser bingeha têkiliyên dualî û berjewendiyên hevbeş dibe. Iraq jî wek welatekî serbixwe ku serweriya wê bi temamî heye, bê guman dê di encama her hewldaneke xweferzkirinê têk biçe.”
Hekîm diyar kir: “Em daxwazê ji welatên cîran dikin ku bi Iraqê re bi awayê ku serweriya wê ya temam hebe, danûsitandinê bikin. Em dê rê nedin tu hincetek û di her rewşê de serweriya me binpê bikin yan jî destdirêjiya xaka me bikin."
Emar Hekîm ve peyamên xwe piştî destwerdanên Tirkiye û Îranê dan ku gelek caran topbaran û bombebaranan li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê pêk tînin.
Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî doh 21ê Tîrmehê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê gotibû: “Ew dem nêzîk e em ji vê derê bi meşê biçin nav Iraq û Sûriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin