Muzîkjenê navdar û çêkerê muzîka filmê ‘Zorba Yewnanî’ mir

Muzîkjenê navdar û çêkerê muzîka filmê ‘Zorba Yewnanî’ mir

PeyamaKurd - Muzîkjenê navdar ê Yewnanî û siyasetmendar Mikis Theodorakis ê muzîka fîlmê "Zorba Yewnanî" çêkiriye, di 96 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Li ser mirina Theodorakis Wezîra Geştiyariyê ya Yewnanîstanê Lina Mendoni got: “Me beşek ji giyanê Yewnanîstanê winda kir. Mikis Theodorakis, Mikisê mamoste, rewşenbîr û şoreşger, Mikis Yewnanî, bar kir.”

Mikis Theodorakis Tevahiya cîhanê bi muzîka kevneşopî ya Yewnanistanê û dansa "Sirtaki" di fîlmê ”Zorba Yewnanî” yê sala 1964an de dabû naskirin.

Mikis Theodorakis di 29ê Tîrmeha 1925an de li girava Chios li Deryaya Ege ji dayik bûye û yek ji wan kesayetên herî navdar ên Yewnanistanê ye.

Gelek berhemên Mikis Theodorakis hene û li ser asta cîhanê hatine naskirin. Herwiha ew çalakvanekî li dijî rejîma leşkerî bû û di navbera salên (1967-1974) de wek sembola berxwedanê dihat naskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin