Amerîka dest danî ser 8 balafirên ser ên F-35 ku ji bo Tirkiyê hatibûn çêkirin

Amerîka dest danî ser 8 balafirên ser ên F-35 ku ji bo Tirkiyê hatibûn çêkirin

PeyamaKurd - Amerîka dest danî ser 8 balafirên şer ên F-35 ku ji bo Tirkiyê hatibûn çêkirin. Senatoya Amerîkayê biryar da Hêza Esmanî ya welatê xwe, ku heyşt balafirên ji bo Tirkiyê hatine çêkirin veguhêze.

Li gor medyaya Amerîkayê li ser navê berpirsên Pentagonê ragihandine, piştî dûrxistina Tirkiyê ji bernama kirîna balafirên şer F-35, ku ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, Pentagonê biryar dabû 8 balafiran nede Tirkiyê û wan balafiran radestî artêşa Amerîkayê bikin.

Malpera Yeni Şafakê jî ragihandiye, 8 balafirên F-35A Lightning II ku li Amerîkayê bo Tirkiyê hatibûn çêkirin, radestî Hêzên Esmanî yên Amerîkayê hatine kirin.

Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolar e.

Kompanya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a Amerîkî ye, hefteya borî navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê balafirê derxistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin