PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Hindistanê dema Festîvala bi navê Ram Navamî li perestgeha Beleshwar Mahadev Jhulelal, banê li ser çaleke mezin ruxiyaye û bi dehan kes ketine nav çalê.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, dema ketina banê li ser çalê, bi dehan kes ketine nav çalê û li gorî zanyariyên herî kêm 6 kes mirine, 18 kes hatine rizgarkirin û xebatên rizgarkirina 7 kesan jî dewam dikin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser qezaya li festîvalê peyameke hevxemiyê belav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin