PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê li Sûriyê çalakiyên xwe zêde kirine û li drt riya Şam û Dêrazorê 4 kes dikujin.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên DAIŞê li ser riya Şam û Dêrazorê li devera Kebacib qut kir û wesayîteke ku efserekî rêjîma Sûriyê, 2 serbaz û jinekê tê de bûn desteser kirin. Li gor zanyariyên Rewangehê, çekdarên DAIŞê 4 kesên di wê otombîlên de bûn kuştin.
Ji aliyê din ve jî, rêjîma Sûriyê hêzeke mezin şande wê deverê û heta niha şer û pevçûn li wê deverê berdewam e.
Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demkratîk (HSD) di meha Adara 2019an de dawî herêma dawî ya di çekdarên DAIŞê de li rojhilatê Dêrazorê kontrol kiribû û serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê de ragihandibû.
Ji dawiya meha Adara 2020an ve, li navçeyên di navbera parêzgeha Dêrazorê û Humsê de, çekdarên DAIŞê welatî û şivanan direvînin. Herwiha çendîn car in şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê derdikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin