Di rojekê de 30 kes ji koronayê mirin…

Di rojekê de 30 kes ji koronayê mirin…

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 30 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine û 793 kesên din jî pê ketine.

Hat ragihandin ji 793 keên bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 297 kes li Hewlêrê, 111 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê û 330 kes li Duhokê û 27 kes li Helebceyê ne û 368 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, ji 30 kesên ji ber vîrusa Koronayê mirine jî 4 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyan, 6 li Raperîn û  7 kes li Duhokê ne.

Heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 51 hezar û 870 kes bi koronayê ketine, Hezar û 877 kesan can daye û 32 hezar û 746 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin