PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Îranê teknolojiya ku ji bo pêşxistina moşeka krûzê ya supersonîk pêwîst e bi dest xistiye.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Tesnîmê, pisporên pîşesaziya berevaniya Îranê gihîştine teknolojiya pêşxistin û hilberîna moşekên supersonîk.
Hat diyarkirin, moşeka supersonîk a ku wek "moşeka keştiyê ya nifşê nû ya Îranê" tê binavkirin, niha di qonaxa ceribandinê de ye û ev yek wê di kapasîteya berevaniyê ya welêt de "rûpeleke nû" veke.
Di 6ê Hezîranê de Îranê di merasîmekê de li paytext Tehranê ku Serokomar Îbrahîm Reîsî jî beşdar bû, moşeka xwe ya balîstîk a bi navê “Fettah” ya bi menzîla 1400 kîlometreyî ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin