PeyamaKurd – Di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, li Çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekanê, do şev şerekî giran derket.
Li gor Rêvebirê Bajarokê Sîdekanê ragihand do şev saet 22.00an de, şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, li çiyayê Dêlê li sînorê bajarokê Sîdekanê derket.
Îhsan Çelebî destnîşan kir, Tirkiyê û PKKê bi doşkan, biksî û kalaşnîkovan şer dikin û welatiyên wê navçeyê ji dengê teqeyan ditirsin.
Herwiha li gorî gotina Îhsan Çelebî, heta niha ziyanên madî û canî yên wî şerî nehatine zanîn.
Di derbarê vî şerî de ji aliyê PKK û Tirkiyê ve tu zanyarî nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin