PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) hişyarî da û ragihand, du cûreyên nû yên varyanta Omicron a Covid-19 hatine testpîtkirin.
Berpirsê Giştî yê WHOyê Direktörü Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ofîsa Cenevre ya WHOyê civîneke rojnamevanî li dar xist û pêşhatên dawî yên derbarê vîrusa koronayê de eşkere kirin.
Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, da zanîn ku li seranserê cîhanê kêmbûna mirinên ji Covid-19ê dewam dike û diyar kir, ev yek rewşê bi giştî rave nake.
Herwiha Ghebreyesus, hişyarî da ku du cûreyên nû yên varyanta Omicron li Afrîkaya Başûr derketine û ragihand, zêdebûna pêketiyên van demên dawî li Afrîkaya Başûr ew herdu cûreyên bi navê BA.4 û BA.5 in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin