Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên dawî de 107 kesên din li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan.

Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên dawî de, 3 kesên din ji ber Koronayê can dan û 107 kes jî bi Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, ji pêketiyan 42 jin in û 65 jî mêr in. Herwiha Mistefa diyar kir 12 nexweşên Koronayê baş bûne.

Li gor amarên dawî, li Rojavayê Kurdistanê 4,845 kes bi Koronayê ketin, ji wan 744 kes baş bûn, û 130 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin